Li Îdlibê çarenûsa bi sedan kesên ku ji aliyê çeteyan ve hatine girtin ne diyar e

Li Îdiliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Heyet Tahrîr El Şam de ye, her roja diçe binpêkirinên mafan zêde dibin.
Malbatên bi sedan kesên ku ji ber rexnekirina çeteyên Heyet Tahrîr El Şam hatibûn girtin, agahî ji zarokên xwe nagirin û agahî hene ku girtî bi dizî tên darvekirin.

Li bajarên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve mîha Heyet Tahrîr El Şam hatine dagirkirin, her roj binpêkirinên mafan zêdetir dibin.

Yek ji wan bajaran jî bajarê Îdlibê ye.

Her kesê vê rewşê qebûl nake û li dijî dagirkeran derdikevin ji aliyê çeteyên Heyet Tahrîr El Şam ve tê girtin.

Agahî hene ku di girtîgehên dagirkeran de ku bi hezaran sivîl li wan tên girtin, tesbît bûye ku gelek kesên bê sûc cezayê darvekirinê li wan tê birîn.

Û bêyî agahî bidin malbatên wan tên darvekirin û definkirin.

Hejmara malbatên ku bi salan ji zarokên xwe yên girtî ti agahî nagirin pir zêde ye.

Yek ji kesên ku hatiye girtin jî kurê Zahida El Yakup e.

Zahida dibêje ku di dema lêgerîna li kurê xwe de rastî heqaret û şîdetê hatiye û niha nizane kurê wê sax an miriye.

Tevî ku serî li gelek cihan da ye jî da ku çarenûsa wî bizanibe lê ti agahî derbarê wê de negirtiye û hêvî dike ku careke din kurê xwe bibîne.

Her wiha hevjînê Suad El Baterjî jî ya ku li Kampa Harem a li bakur rojavayê Îdlibê bi 4 zarokên xwe re dimîne hatiye girtin.

Suad anî ziman ku ti rêxistineke mafên mirovan a binpêkirinên mafan lêkolîn bike tune ye.

Zeina El Damur jî heman êşê dikşîne ji ber ku kurê wê jî bê sedem hatiye girtin û di girtîgehê de rastî êşkenceyê tê û rewşa wî ya tendirustiyê her diçe xirabtir dibe.

Zeina diyar kir ku ew ji aliyê komên hovane ve tên birêvebirin û got:

“Zagon an jî saziyên ku em bi wan li mafên xwe bigerin û kiryarên dijmirovî yên ku di girtîgehên dagirkeran de derxin holê tune ne.”

Back to top button