Sibe çalakiyeke girseyî li dijî serdana Erdogan li Silêmaniyê tê lidarxistin

Çav li rêye ku şefê faşîst Erdogan sibê serdana Iraqê bike, lewma wê li bajarê Silêmaniyê li dijî serdana Erdogan çalakiya şermezarkirinê were lidarxistin.

Çav li rêye ku serokomarê Tirkiyê şefê faşîst Erdogan sibê serdana Iraq û Başûrê kurdistanê bike.

Pir eşkere ye ev serdana erdogan di çarçoveya şerê li dijî gelê kurd deye.

Lewma wê li bajarê Silêmaniyê li dijî serdana Erdogan çalakiya şermezarkirinê were lidarxistin.

Desteya Parêzvaniya Serweriya Nîştimanî der barê vê yekê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi armanca redkirin û têkoşîna li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û serdana Erdogan a bo Iraqê, Herêma Kurdistanê dê dengê nerazî bilind bikin.

Têkildarî saeta destpêkirina çalakiya girseyî wiha hate gotin:

“Sibê saet di 13:00’an de li ber avahiya Desteya Wezîran a Iraqê ya li bajarê Silêmaniyê em ê çalakiyeke girseyî li dar bixin û daxuyaniyek bidin çapemeniyê.”

Di vê çarçoveyê de Desteya Parastina Serweriya Nîştimanî bang li hemû alî û her kesî kir ku beşdarî çalakiya protestoyî bin.

Back to top button