Li Dêra Zorê Komîteya Ciwan û Werzîşê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê perwerdeyek hemşîretiyê bi dawî kir.
Perwerde li ser destwerdana lezgîn, lêdana derziyê, qestere, paqijkirina birîn û hwd standin.
Di merasîma dawîkirina perwerdeyû de hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat Mihemed El-Umêrî axivî û derçûna endaman pîroz kir.
Li ser navê Komîteya Ciwan û Werzîşê Hatim El-Kihêlan da zanîn ku wan ev hemle li tevahî gundên li herêma rojhilat dest pê kirine.
Piştî axaftinan bawernanme li endamên bi serketine li gorî 3 astan hatin belavkirin.
Dê dewreyeke hemşîretiyê ya din di destpêka Mijdarê de li bajarokê Ebû Herdob dest pê bike.