Di Girtîgeha Îmraliyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin didome.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD Parêzer Cemal Demîr li ser mijarê axivî û got:”Ti mînakên tecrîda li Îmraliyê tê kirin li cîhanê nîn in.
Bêedaletî, keyfîyet û hovîtî li Girtîgeha Îmraliyê bûye şêwazekî rêvebirinê.
Têkoşîna hevpar a gelan dê bandorekî erênî ser çareseriya pirsgirêka kurd bike û wê tecrîdê ji holê rake.”
Di Girtîgeha Îmraliyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin didome.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Cemal Demîr ê di navbera salên 2008 û 2011’an de 7 caran bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye, derbarê tecrîdê de axivî.
Cemal Demîr diyar kir ku ti mînakên tecrîda li Îmraliyê tê kirin li cîhanê nîn in û got:
“Bêedaletî, keyfîyet û hovîtî li Girtîgeha Îmraliyê bûye şêwazekî rêvebirinê.
Îmrali pergalekî daqurtandina hiqûqê ye.
Abdullah Ocalan wekî avakarê çareseriya pirsgirêka kurd e.
Abdullah Ocalan bûye remza raya giştî ya gelê kurd.”
Cemal Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
Demîr anî ziman ku dewleta tirk a dagirker xwe nade aliyê çareseriyê û wiha domand:
“Jo bo azadiya Rêber Apo çalakiya greva birçîbûnê, çalakiyên Nobeta Edaletê, çalakiyên Meşa Azadiyê hatin lidarxistin.
Her 3 çalakî jî deng vedan.
Têkoşîna hevpar a gelan dê bandorekî erênî ser çareseriya pirsgirêka kurd bike û wê tecrîdê ji holê rake.
Divê têkiliyên dîplomasiyê yên navneteweyî bên pêşxistin û ji bo di meclis û parlamentoyan de were nîqaşkirin divê bêhtir xebat werin kirin.”



