Serokkomarê Almanyayê dê serdana Tirkiyê bike

Serokkomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier serdana Tirkiyê bike.
Siyasetmedarên Elman di hevdîtina xwe ya bi Erdogan re ya li Enqereyê de bang li Steinmeier kirin ku binpêkirinên di warê demokrasî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê de bi zelalî nîqaş bike.

Serokkomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier dê serdana Tirkiyê bike.

Beriya Serdanê siyasetmedarên partiyên cuda ya li Almanyayê bang li Steinmeier kirin ku bi Erdogan re li ser binpêkirina mafên mirovan û demokrasiyê nîqaş bike.

Berdevjê Polîtîkaya Derve ya Koma Meclisê ya Yekîtiya Xristiyanan Jurgen Hardt derbarê hevdîna Steinmeier de axivî.

Jurgen Hardt bal kişand binpêkirinên cidî li Tirkiyê tê kirin û diyar kir ku pêwîste Steinmeier xalên ku rexne bê kirin vekirî bi Erdogan re biaxive û got:

“Li Tirkiyê gendelî û dizî zêde dibe. Li hemberî rojnameger û çalakvanên mafên mirovan girtina kêfî tê kirin.

Ji bilî vê beşdarbûna siyasî ya Kurdan bi awayî cidî tê astengkirin.”

Back to top button