Serokkomarê Iraqê bi şefê faşîst Erdogan re civiya

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd li Bexdayê bi şefê faşîst serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re civiya.

Şefê faşîst serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan danê siharê gihişt Bexdayê û ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniyek ji hikumeta Iraqê, serokkomarê Iraqê bi Erdogan re di civînê de ye.

Tê gotin wê rojeva sereke ya civînên Erdogan ên bi rayedarên Iraqê re, dosyaya av, ewlekarî, projeya Rêya Pêşketinê, rewşa herêmê û dijberiya dijî Tevgera Azadî ya Kurdistanê be.

Tê payîn Erdogan piştî serokkomarê Iraqê, bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re jî bicive.

Bi rojane li Başûrê Kurdistan û Iraqê dijî serdana Erdogan ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê çalakî tên lidarxistin û nerazîbûn tên nîşandan.

Îro jî li meydana Tehrîr ya Bexdayê dijî serdana Erdogan û êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin.

Back to top button