Ketaib Hizbullah dest bi êrîşên li dijî Amerîkayê kir

Ketaib Hizbullah û Baskê leşkerî yê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam li dijî Îsraîl û hevalbendê wê Amerîkayê êrîşan pêş dixin.
Ketaib Hizbullah yê Iraqê demeke êrîşên xwe li ser hêzên Amerîkayê rawestandibû, ragihandin ku heta hêzên Amerîkî li Iraqê dernekeve operayonên xwe li dijî wan bidomînin.
Li aliyê din Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam jî li dijî Îsraîlê piştî navbereke hefteyî dîsa dest bi êrîşên bi roketan ji başûrê Lubnanê kir.

Ketaib Hizbullah yê Iraqê ragihand ku ji nû ve dest bi êrîşên li dijî hêzên Amerîkayê kirine.

Hizbullaha li Iraqê li ser Telegramê daxuyanî da û da zanîn ku ji bo vekişîna hêzên Amerîkî serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re 3 meh wext hatiye dayîn da ku danûstandinan bike.

Hizbullahê destnîşan kir ku piştî serdana Sudanî li Waşîngtonê heger ji bo vekîşîna Amerîkayê encameke cidî nebe dê li dijî hêzên Amerîkî dest bi operasyonan bikin.

Komên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike, di mehên dawî de çend armancên Amerîkî li Sûrî û Îraqê bombebaran kirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi bombebarankirina cihên ku ew bi Îranê ve girêdayî ne li Iraq û Sûriyê bersiv da.

Tugayên El Qessam li başûrê Lubnanê êrîşî îsraîlê kir

Baskê leşkerî yê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, piştî navbereke hefteyî dîsa dest bi êrîşên bi roketan ji başûrê Lubnanê kir.

Ji aliyê din ve Wezîrê Parastinê ya Îsraîlê Yoav Gallant di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku artêş bi biryar e ku xelkê vegerîne bakur.

li hawîrdoreke ku bombebarana hevdu ya bi Hizbullah re berdewam dike û ji bo pêkanîna vê yekê ew amadekariyên leşkerî û ewlehiyê dikin.

Tûgayên El-Qessam duh piştî nîvro ragihand ku ’20 mûşekên Grad ên ji başûrê Lubnanê hatine avêtin, li baregeha Şomera ya li rojavayê Celîlê Jorîn ketine’.

Gallant tekez kir ku hêzên Îsraîlî amadekariyên xwe ji bo “mîsyonên êrîşkirinê ji bo rêgirtina li pêgehên berdewam ên Îranê li herêmê” zêde kirine.

Gallant, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wî çavdêriya amadebûna zêde ya hêzên artêşa Îsraîlê ji bo operasyona leşkerî kiriye.

Îsraîl li başûrê Lubnanê 3 wesayît kir armanc

Back to top button