HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di demên cuda de li Metînayê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got: “Di şexsê hevrê Rewşen û Herekol de em bibin layiqê hemû hevrêyên xwe yên şehîd.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir.

HPG’ê got:

“Hevreyên me Rewşen û Herekol di Adara 2024’an de li cihên cuda yên herêma Metînayê di êrîşên dijmin de şehîd bûn.”

HPG’ê li ser kesayeta gerîlayan ev agahî parve kir:

“Hevrêya me Rewşen ku nûnertiya kesayeta pak a gelê me yê Serhedê bû, bi kesayeta xwe ya berxwedêr bû milîtaneke Apoyî ku li ser xeta azadiya jinê dimeşe.

Bi fedayî şer kir û bi helwesta xwe ya bi ruhê demê di têkoşîna azadiya gelê me de cihekî nayê jibîrkirin girt.

Hevreyê me Herekol jî bi hestên mezin ên mirovî xwe deyndarê gelê me dît, tevlîbûna nava refên gerîla bû û xeta têkoşînê ya hemû ciwanên Kurd diyar kir.

Bi awayekî zelal diyar kir li dijî êrîş û komkujiyên dijmin ên li ser gelê me yekane cihê hesapxwestinê refên gerîla ne.

Bi vê re bû mînaka herî şenber a ciwanên Kurd ên bi bîr û felsefeya Apoyî mezin bûne.”

HPG’ê di dawî de ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Rewşen Delîla
Nav û paşnav: Hanim Durmaz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik: Feyruze
Navê bav:-Îsmet
Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2024’an/Metîna

Nasnav: Herekol Amed
Nav û paşnav: Emre Korkmazer
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik: Revzete
Navê bav:-Mehmet Şah
Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2024’an / Metîna

Back to top button