Li Tebqa şervanê QSD’ê Hemze El Silêx hat oxirkrin

Li Tebqa û Reqayê mersîma oxirkirina şehîdan hebûn.
Şêniyên Tebqa bi mersîmekî cenazeyê şervanê QSD’ê Hemze El Şilêx oxir kirin.
Li Reqayê jî gerîlayê HPG’ê Xebat Turkmen û şervanê HRE’ê Dilşêr hatin oxirkirin.

Şêniyên Kantona Tebqayê, ji bo oxirkirin cenazeyê şervanê QSD’ê Hemze El Silêx li goristana şehîdan kom bûn.

Şehîd Hemze 8’ê Nîsana 2024’an şehîd bûbû.

Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku şervanên “QSD” ji bo parastina herêmê bi fedakariyên mezin destanên lehengiyê nivisandin.

Bi navê Yekîneyên Parastina Jin ‘YPJ’ xwişka şehîd Hemze, Sara El Silêx axivî û soz da ku rêya birayê xwe temam bike.

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Reqayê şehîd Xebat û şehîd Dilşêr hatin oxirkirin

Li Kantona Reqayê jî merasîmê şehîdan hebû.

Bi girseyî şêniyên bajêr tev li merasîma xiyabî ya şehîdê Hêzên Parastina Gel (HPG) Xebat Turkmen û şehîdê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Dilşêr Serêkaniyê bûn.

Şehîd Xebat Turkmen 23’ê Adara 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye û şehîdê Dilşêr 30`yê Çileyê şehîd bûbû.

Di merasîmê de, apê şehîd Dilşêr Mihemed El Sofî diyar kir ku ew bi kurê xwe ser bilindin û got:

“Em soz didin ku rêya wî heta serkeftinê temam bikin.”

Dawiyê de wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin

Back to top button