Li Rojavayê Kurdistanê şehîd Zîlan bi merasîman hat bibîranîn

Doh salvegera 26`an a şehadeta têkoşer Şehîd Zîlan bû.
Şehîd Zîlan li Kampa Waşûkanî, navçeyên Til Temir, Hol, Dirbêsiyê û Ehdas a Şehbayê bi çalakiyên cûr be cûr hat bibîranîn.

Bi sedan jin, şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, şervanên YPJ`ê û QSD`ê beşdarî çalakiyên bibîranînê bûn.

Di çalakiyan de, li ser Ş. Zîlan çalakî û xebata wê axaftin hatin kirin.

Hat gotin Ş. Zîlan ji tevahî cîhanê re hêza jinan diyar kir ku dikare di hemû qadan de, bi taybet di qada leşkerî de cih bigre û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Çalakî bi durişmeyên silavkirina şehîd bi dawî bûn.

Li kampa Serdem a girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê jî Şehîd Zîlan hat bibîranîn.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê beşdarî merasîmê bûn.

Nameya Şehîd zîlan û axaftinên Rêber apo yê derbarê Şehîd Zîlan de hatin guhdarkirin.

Merasîm bi stranên şoreşgerî yên koma Şehîd Avesta bi dawî bû.

Back to top button