Doh li Reqayê Mîhrîcana Yekemîn a Şehîd Zîlan ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hat lidarxistin.
Mihrîcan bi diruşmeya “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê şerê azadiyê bi ser bixin” li Stada Belekî ya bajarê Reqayê pêk hat.
Bi hezeran şêniyên bajar, şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî yên Reqa û mêvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî mihrîcanê bûn.
Di mîhrîcanê de Cîgira Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fîdan Yûsif axivî,
Fîdan Yusuf diyar kir ku 30`ê Hezîranê ne tenê dîrokek e, ew roja heqîqet, azadî, rûmet û jina azad e.
Paşê Koma Botan a bajarê Qamişlo stran gotin û govendên folklorî hatin nîşandan.
Mîhrîcan bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.