Li Kobanê 3 şervanên QSD ên şehîd hatin oxirkirin

​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê ku dema li ser erka xwe bûn û şehîd bûbûn bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê oxir kirin.

Li Kobanê, şervanên QSD’ê Mihemed Misto, Zêdo Esed û Xalid Xelîl ku dema li ser erkên xwe bûn şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin oxirkirin..

Tevî şêniyên Kobanê, gelek endam û rêveberên saziyan beşdarî merasîmê bûn..

Di merasîmê de hevseroka Meclisa navçeya Şêran Lutfiye Silêman axivî û got: “Di oxira parastina welat de bi hezaran şehîd hatin dayîn, ji ber vê em soz didin ki li li hember êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin.”

Hevserokê Desteya Perwerdê ya herêma Firatê Bekir Ceradê jî diyar kir ku armanca yekê û dawî ya dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e.

Di dawiyê de wesîqeyên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin

Back to top button