Koalîsyona Ereb droneke bombekirî ya Hûsiyan anî xwarê

Koalîsyona Ereb, ragihand ku wan droneke bombekirî ku Hûsiyan anîn xwarê.

Ajansa nûçeyan a Si’ûdiyê, li ser zimanê berdevkê fermî yên Koalîsyona Ereb Tirkî El-Malikî diyar kir ku, îro Duşemê hêzên Koalîsyonê, droneke bombekirî ya Hûsiyan, li başûrê Si’ûdiyê anî xwarê.

El-Malikî dîsa teqez kir ku hêzên Hûsiyan bi zanebûn, komên sivîlan ên li başûrê Si’ûdiyê dikin armanc.

Tevî hemû bangên navdewletî jî, hêzên Hûsiyan qanûna navdewletî binpê dikin û car caran mûşekên Palîstî ber bi kombûnên sivîlan ve davêjin û gefê li ser jiyana sivîlan çê dikin.

Back to top button