Li Kerkûkê li dijî jineke astengdar destdirêjî hatibû kirin

Piştî vê bertekên zêde derketibûn û di encamê de ew kesên desdirêjî kirîn hemû hatin girtin. Fermandarê Odeya Operasyonên Kerkûkê jî ragihand ev kes wê bi cezayê herî giran werin cezakirin.

Li bajaroka Pirdê ya Kerkûkê 8’ê Nîsanê kesên çekdar li dijî jinek astengdar destdirêjî kirbûn.

Li gorî çavkaniyên ajansa Rojnewsê, 7 çekdarên ku têgotin hinek ji wan ser bi Heşdî Tirkmenin, çûbûn mala jina astengdar û destdirêjî lê kiribûn.

Her wiha 2 ji wan çekdaran ji aliyê polîsên Kerkûkê ve hatibûn girtin.

Têkildarî mijarê, duh nivîsgeha ragihandinê ya endama parlamana Iraqê Yosra Receb ragihand ku 5 kesên din ku destdirêjî li jina astengdar kiribûn, hatine girtin.

Ofîsa ragihandinê ya parlamenter Yosra Receb ku dibe endama Desteya Mafê Mirovan ya Parlementoya Iraqê jî ev agahî derbarê mijarê de parve kirin:

“Çend rêxistinên jinan û çalakvanên mafê mirovan a Kerkûkê ji bo ku derbarê peydakirina tecawuzkaran ku hatibû gotin ew xwe li baregehên Heşdî Şebî veşartibûn, bi Yusra Recceb re pêwendî çêkiribûn.

Yusra Receb jî bi heman rengî li gel çend endamên din ê parlamana Iraqê bi fermandariya Giştî yê Heşdî Şebî re axivî û xwest ku ev tecawuzkar radestî hêzên polîs bên kirin.

Li ser vê daxwazê jî fermandariya Heşdî Şebî yê li Kerkûkê tecawuzkar radestî hêzên polîsan kirin.”

Li gorî nivîsgeha ragihandinê ya parlamenter Yûsra Receb her heft tecawauzkar, çekdarên Heşdî Tirkmanî ne.

Wezîrê Derve: Wê lijneyek ji bo lêkolînkirina bûyerê were avakirin

Her wiha li ser bûyerê nivîsgeha Wezîrê Derve yê Iraqê Yasîn Elîsarî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê lijneyek ji bo lêkolînkirina bûyerê were avakirin û bûyerê bişopîne.

Hate destnîşankirin ku wê lijne di nava 72 saetan de karên xwe temam bike.

Hêjayî gotinê ye heya niha ji bo şopandin û lêkolînkirina bûyerê, 5 lijne hatine avakirin.

Odeya Operasyonên Kerkûkê: Wê cezaya tecawuzkaran giran be

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Odeya Operasyonên Kerkûkê Seîd Herbî derbarê destdirêjiya ser jina astengdar de daxuyaniyek çapemeniyê da û ragihand ku kesên ku destdirêjî kirîne, wê bi awayên herî giran werin ceza kirin.

Back to top button