YPJ: Artêşbûna YPJ’ê ji bo azadiya hemû jinên cîhanê pêla jiyana nû ya azad e

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi boneya 9. damezrandina YPJ’ê daxuyaniyek da. YPJ’ê eşkere kir ku artêşbûna Jin-YPJ’ê ji bo azadiya hemû jinên cîhanê ye û ji bo jin û gelê herêm bû hêviya pêşerojê.

Îro 9 sal li ser damezrandina Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê re derbas dibe, bi vê boneyê YPJ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPJ’ê 4’ê Nîsanê roja artêşbûna YPJ’ê li Rêber APO, şehîdên ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, jinên têkoşer û azadîxwazan pîroz kir û got:

Em vê roja ku têkoşîna YPJ’ê giheşte sala xwe ya 9’emîn li hemû jinan û şehîdan pîroz dikin. Têkoşîna me bi keda wan hate roja îro. Artêşbûna YPJ’ê ji bo azadiya hemû jinên cîhanê pela jiyana nû a azad e.

YPJ: YPJ’ê di hemû qadên têkoşînê de ji bo azadiyê şer dike

Di dewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hêzên YPJ’ê di hemû qadên têkoşînê de ji bo azadiyê şer kirin, têkoşiyan û bêhempa li berxwedan.

YPJ’ê ji gavên xwe rêxistinkirin, pêşengî kirin û heya artêşbûnê perspektîfa azadiyê ji Rêber APO girt û ji bo artêşbûna jin a herêmê jî xwedî girîngiyeke mezin e ku axa xwe û nasnameya jina azad bi hêza xwe ya cewherî diparêze. Derketin û artêşbûna YPJ’ê ji bo hemû jin û gelê herêmê bû hêviya paşeroja azad.

YPJ: Fikir û ramanên Rêber Apo dibe pusulaya azadiyê

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê anî ziman ku roja artêşbûna YPJ’ê a 4’ê Nîsanê jî xwedî wate û girîngiyeke mezin e ku di roja ji dayîkbûna Rêber APO de hatiye ragihandin û wiha bi dawî kir.

Rojbûna Rêber APO ji bo lêgerînvanên azadiyê roja nasname, çand, hebûn û heqîqetê ye ku îro fikr û ramanên Rêber APO dibe pusulaya azadiyê. Şoreşa me ya ku bi têkoşîn û berxwedanên destanî xwe gihande îro wê bi heman rihê bidome, emê axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin, şoreşa xwe mezin bikin.

Back to top button