Li Cîhanê rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin

Ji bo rojbûna Rêber Ocalan, li gelek deverên cihanê şahî û pîrozbahî hebûn
Ji Ewrûpa heta Efrîqiya û ji Ermenîstan û Rûsiya Kurdistaniyan û dostên wan rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin û banga azadiya wî kirin.

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan şitil hat danîn û şahiyek hate lidarxistin.

Şahî bi pêşengiya Meclîsa Jina ya Rosa, Teko-JIN û Meclîsa Gel a Darmstadtê hate lidarxistin.

Navendek din a pîrozbahiya 4’ê Nîsanê, bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê bû.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dortmûndê û Tevgra Ciwanên Şoreşger şahî hate lidarxistin.

Li bajarê Toulouse yê Başûrê Fransayê jî bi boneya rojbûna Rêber Apo pîrozbahî hebû..

Li vir, li ser navê Înîsiyatîfa Jinan a Toûloûse axavtin hat kirin û hat gotin:

“Rojbûna Rêber Apo, jidayikbûn û azadiya gelê Kurd”

Kurdên li paytexta Rûsiya Moskowayê jî li Mala Kurdan li hev civiyan û 4’ê Nîsanê pîroz kirin.

Li vir, nûnerên saziyên Kurdan ên li Rûsyayê peyam dan û diyar kirin ku rojbûna Ocalan rojbûna gelê Kurd e, û li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz kirin.

Kurdên li bajarê Îvano-vayê jî 4’ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kirin.

Kurdên li navçeya Mîçû-rînskê ya herêma Tambovê jî li hev civiyan û rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.

Gelek zarok û ciwan di pîrozbahiyê de amade bûn.

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd 4 Nîsanê hat pîrozkirin..

Li bajarê Grosseto yê Îtalyayê, bi pêşengiya Komîteya Kurd pîrozbahiyek hate lidarxistin û tecrîda li ser rêber Ocalan hat şermezarkirin..

Cihekî din yê pîrozkirina 4’ê Nîsanê jî paytexta Ermenistan Erîvan bû..

Beşdarên pîrozbahaiyê, li ‘Bexçeyê Rêbertî’ yê li gundê Araksiyê yê li Oktoberyanê şitil çandin..

Her wiha li paytexta Kenya Naîr-obiyê, cihê ku rêber Ocalan lê hatî revandin jî rojbûna Rêber Ocalan hat pîrozkirin…

Di pîrozbahiyê de, Perwerdekarê Zanistên civakî-siyasî di zanîngeha Kambirêdij Tomas Cîv û rêveberên tevgera Rizgariya gelêrî ya welat amade bûn, dar çandin û banga azadiya Rêber Ocalan kirin..

Back to top button