Li Mexmûrê bi boneya rojbûna Rêber Apo şahî hat lidarxistin

Li Mexmûr û Şengalê bi boneya rojbûna rêber Ocalan şahî hatin li darxistin û dar hatin çandin.

14’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê ku bi boneya rojbûna Rêber Ocalan hatibû destpêkirin îro jî dewam kir.

Li park û dibistananên wargeha Mexmûrê dar hatin çandin.

Pişt re li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê, pîrozbahiya rojbûna Rêber Apo destpê kir.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Komîteya Perwerdeyê Bêrîvan Kaya axiftina vekirinê kir û got:

“Em roja 4’ê Nîsanê li rêber APO, girtiyên zindanan û li tevayî gelê azadîxwaz pîroz dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku ev mêhrîcan dê bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

Asayîşa Êzidxanê bi boneya rojbûna Rêber Apo dar çandin

Her wiha Asayîşa Êzidxanê jî bi heman boneyê li navenda xwe û hin deverên din dar çandin.

Endamên Asayîşê diyar kirin ku ew 4’ê Nîsanê weke rojbûna hemû civakên bindest dibînin û rojbûna Rêber Ocalan, li hemû gelan pîroz kirin.

Back to top button