HPG’ê nasnameya 2 Gerîlayên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir

Hêzên parastina Gel HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir.
HPG’ê diyar kir hevrê Mîrza û Bengîn biryardariya li ser xeta Apoyî, bi daxwazeke mezin a bi salan şer kirin û bi roleke çalak rabûn.
Di serî de ji malbatên gerîlayên şehîd bûne HPG’ê sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê ragihand 4’ê Tîrmehê hevrê Mîrza û Bengîn li herêma Besta ya Botanê di êrîşa dijmin de şehîd bûn û wiha got:

Hevrêyên me Mîrza û Bengîn ku ji milîtanên bijarte yên Apoyî bûn û li gelek qadên Botanê gerîlatî kirin, derbên giran li dijmin xistin, bûn fermandarên şareza yên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk.

Bi biryardariya li ser xeta Apoyî û baweriya ji serketinê, bi daxwazeke mezin a bi salan şer kirin û bi roleke çalak rabûn.

Bi sekn, wêrekî û lehengiya xwe hevrêyên me Mîrza û Bengîn wê her tim ji me re pêşengiyê bikin.”

Di serî de ji malbatên gerîlayên şehîd bûne HPG di dawiyê desersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Mîrza Bargiran
Nav paşnav: Mîrza Sezek
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik: Leyla
Bav: Îsa
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2023’an / Besta

Nasnav: Bengîn Barman
Nav paşnav: Kahraman Karataş
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik: Fatma
Bav: Mehmet Şukru
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2023’an / Besta

Back to top button