Şandeyek Danîmarkî serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeyeke ji Danîmark serdana Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

Şande ji serokatiya Nûnerê Taybet ê Danîmarkayê ji bo Sûriyê Nikolaj Harris pêk hat.

Li ser rewşa Sûrî, rêbazên çareserkirina aloziyê û rewşa herêmê civîn hat lidarxisitin.

Di civîn de guhertina demografîk bi taybetî projeya Erdogan hat nîqaşkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwese Ebulkerîm Umer di civînê de da zanîn:

”Pêwîste pirsgirêka çeteyên DAIŞê ji koka xwe ve were çareserkirin û dadgeheke ji çeteyên DAIŞê re ava bibe.”

Nikolaj Harris: Berdêlên ku gelê Kurd li herêmê dane cihê rêzê ye

Ji aliyê xwe ve Nûnerê Taybet ê Danîmarkayê Nikolaj Harris jî axivî .

Ez spasya Rêveberiya Xweser dikim li ser pêşwazîkirina wan ji me re.

Me behsa mijarên gelek girîng ên weke şerê li dijî DAIŞ’ê kir.

Tiştê ku em li Denîmark rêzê jêre digrin, berdêlên ku gelê herêmê li vir dane.

Têkiliya di navbera me de gelekî girînge.

Back to top button