QSD’ê mikurhatinên 6 çeteyên girtî weşand

Hêzên QSD, Asayiş û hêzên YPJ oprasyonekî berfereh li Hesekê li dar xist.
QSD doh ragihand ku 40 kesên bi gumana têkiliya wan bi Şaneyên DAIŞ re heye haitn girtin.
Îro QSD mukirhatinên 6 kesên hatine girtin weşandin.
Ew çete bi devê xwe dibêjin ku çi kiryar kirine.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê berî 2 rojan li bajarê Hesekê operasyoneke berfireh li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dar xist.

Di operasyonê de, 40 kesên bi gumana têkliya xwe bi DAIŞ’ê re heye, hatin girtin.

Di lêpirsînê de çete li xwe mikur hatin ku tevlî rêxistina terorê DAIŞ bûne û kirinên terorî kirine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên QSD îro mukirhatinên 6 çeteyan parve kirin.

Çete Ehmed Fewaz El-Rehman yê binavê Ebî Osman El-Beraka ku ji Hesekê ye dibêje:

2016 ji bo kar koçberî Lubnanê bûn.
2019 min kesek naskir, gelekî behsa rêxistina Terorî dikir, hat girtin lê min ew dişopnad.
2021 ji girtîgehê derket, got ezê herim sûriyê û tevlî DAIŞ bibim, bi min re were, em hatin û Dera hatin girtin.

Navê min Mihemed Fewaz Rehman e, ez birayê Ehmed yê mezinim, Ji taxa Salihiyê a Hesekê ne.
Ehmed dema hat li şamê perwerde dît, piştre daket hesekê.

Dema hatim mal li Hesekê, careke din bi wî berpirsê xwe re yê li Deraa têkilî kir.
Piştî hemû siclê min girt, bi çend mehan 2022’an, kesek hat gel min di “كتيبة الزُّبير بن العوّام ketîba Zûbêr bin Ewam” bû, min jî bi wan re kar kir..

Vê ketîbê gelek tişt ji min xwestin, destpêkê erebeya kesê bi navê Ebid Rehman Salih yê li taxa Salihiyê şewitand.
Piştî wê bi 2 rojan jimin xwestin nûqteyên leşkerî bikim armanc, min erebeyek a Komondos ya QSD li heman taxê şewitand.
Her weha erbeyeke din kir hedef.
Piştî armanckirina sivîlan, dest bi yên leşkerî kir.

Ez Yusif Fewaz Rehman ji Salihiya Hesekê me, Ehmed ji Lubnanê daket Sûriyê da ku li rex DAIŞ dijî rejîma Sûriyê şer bike.
Ehmed gelekî ol perestbû. Me nizanûn bi DAIŞ re kar dike

Ez Omer Mihemed Seyid li hesekê me, berî 4 mehan kesê bi navê Ehme têkilî bi min re danî û got:

Ez ji Ebi şok têm, pere bi min re ne, min ew anî, piştî hatim girtin min naskir ku ew kîs hemû çek bûn.

Min li Ebi şok bombe û çek anîn û li nûqteya hêzên HPC a Taxa Ezîziyê kesê bi navê Savil kir armanc.

Piştre Silêman Dawud bi 4 guleyan kir armanc û kuşt.

Piştre bi 2 rojan dewriyeke hêzên QSD ku ji 4 kesan û li mesakin jî kesê binavê Ebid Qadir û kesekî din kirin armanc..

Ez Mihemed Emîn Xelîl El Ubêd, ji Hesekê me. Ehmed hevalê min e û ji gundê mine.

Dema dawî ji min xwest ez pereyê tên şandin bigrim.

Min 4 caran pereyên tên şandin girtin. Piştre got rêke Qamişlo. Ev şandina peran ji Lubnan û Tirkiyê pêk dihatin.

Pere ji Tirkiyê ji mere dihatin şandin.

Çeteyê bi navê Mihemed Ehmed El Ehmed ê ji taxa Salihiyê a Hesekê wiha qala têkliya xwe ya bi çete Ehmed Fewaz re dike.

Ehmed Fewaz di dikana min a telefonan de bi min re kar dikir û em ji heman Eşîrê bûn, gelekî ol perstbû.

Piştî ku Ehmed Fewaz hat girtin, kesekî ji Qamişlo li min geriya, ji min xwest çek û bobeyên li dikanê rakim û li cihekî bi ewle veşêrim.

Paşê ji min re hat xuyakirin ku bi van çekan bûyerên terorî kirine.

Back to top button