KCDK-E’yê têkildarî serdegirtina polîsan a li televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV banga lezgîn kir.
KCDK-E’yê got: “Gelê me ji bo xwedîderketina li deng û îradeya xwe divê tavilê bikeve nava liv û tevgerê.”
Di daxuyaniya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de hate gotin:
“Li dijî hewldana bêdengkirina çapemeniya azad, em banga xwedîderketina li televîzyonên xwe li gelê xwe dikin.
Stêrk TV û Medya Haber TV deng û çavên gelê Kurd e.
Em vê serdegirtin û dorpêçkirinê şermezar dikin.
Em bang li dewleta Belçîkayê dikin ku tavilê dest ji vê helwesta xwe ya antî demokratîk bîne ku dixwaze Stêrk TV û Medya Haber TV bitirsîne ku ji aliyê gelê Kurd û bi milyonan mirovî ve têne temaşekirin.
Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li deng û îradeya xwe derkeve, tavilê bikeve nava liv û tevgerê û ji bo xwedîderketina li televîzyonên xwe seferber bibe.
Em bang li xelkê xwe yê li Ewropayê dikin ku ji bo xwedîderketina li Stêrk TV û Medya Haber TV tavilê bikeve nava liv û tevgerê.”
https://youtu.be/IzoaGsLLvhs
https://youtu.be/xYT8ODu64P0



