Li dijî êrîşên dagirkeriyê banga konferans û avakirina şandeyan

Berpirsên partiyên siyasî ku dijî êrişên dagirkeriyê daxuyaniya hevpar dan, xwestin ku ji bo yekrêziyê kongferansek were pêkanîn û şandeyan bişînin Bexda û Şamê.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd a Roj li Sûriyê Kovan Keno ku tev li daxuyaniyê bûbû, diyar kir ku gelê Kurd li Kurdistanê bi komkujiyan re rû bi rû dimîne, lewma ji tevger û gelê Kurd tê xwestin ku yekrêziya xwe ava bikin û got:

“Divê konfranseke bo yekîtiyê bê lidarxistin da ku em bibin xwedî yek helwestek.”

Kovan Keno da zanîn wan ji bo rêgirtina hevkariya bi dewleta Tirk re, wekî partiya Roj pêşinyar kirine ku hevdîtinên bi rêjîma Bexda-Başûrê Kurdistanê û hêzên din re şande bên avakirin.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze şerê Kurd bi Kurd derxîne û got:

“Divê tu hêzên Kurdî nebin hevkarê van êrişên li dijî hêzên gerîla.”

33 Partî, Rêxistin û Tevgerên Siyasî li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî dan

Back to top button