Hikumeta Sûdana başûr agirbestek ji bo 7 rojan ragihand

Wezareta karên Derve ya hikumeta Sûdana Başûr ragihand ku her du aliyên nakok ên Sûdanê li ser destpêkirina agirbestekê ji bo 7 rojan li hev kiriye.

Li gorî ajansa Reuters ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Sûdana Başûr got:

Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan û fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Mihemed Hemdan li ser agirbestekê li hev kiriye ku dê 4`ê Nîsanê dest pê bike û 7 dewam bike.

Reuters`ê eşkere kir ku serokê Sûdana Başûr Salva Kiir girîngiya domandina agirbestê heta demeke dirêjtir û diyarkirina nûneran ji bo danûstandinên aştiyê destnîşan kiriye.

Her wiha ajansê da zanîn ku her du alî li ser diyarkirin nûnerên xwe yên danûstandinan jî, li hev kiriye.

Hate ragihandin ku Sûdana Başûr ji nav wan dewlatan e ku dê pêşwaziya danûstandinan bike û dixwaze rola navbeynkariyê di navbera aliyên aloziya Sûdanê de bilîze.

Back to top button