Li Kantona Efrîn-Şehbayê bi projeya kooperatîfê re hem aborî tê pêşvebirin hem jî piştevanî û alîkarî tê kirin.
Di nava 2 salan de 5 hezar û 200 malbat tevlî 789 projeyên kooperatîfan bûn.
Piştî ku dewleta Tirk di sala 2018’an de Efrîn dagir kir, xelkê Efrînê koçî Şehbayê kir û ji bo bi hêza xwe aboriya xwe bi pêş bixîne gelek proje afirand.
Yek ji van projeyan jî projeyên kooperatîfan bû ku sala 2022’an destpê kir.
Ji Rêveberên Projeyên Kooperatîfan a Kantona Efrîn-Şehbayê Yahya Hesen Mihemed qala projeyên kooperatîfan kir.
Projeyên kooperatîfan ên kantona Efrîn-Şehba 2022
Yahya Hesen anî ziman ku Projeyên Kooperatîfan ên Kantona Efrîn-Şehbayê sala 2022’an destpê kir û got:
“Piştî dagirkirina Efrînê pêwîstî bi avakirina projeyên kooperatîfan hate kirin.
Bi rêya komunan me 5-6 malbat li hev kom kir û kooperatîfên zîreetê afirand.
Ji bo xurtkirina piştevaniya navbera gelan, kolektîvîzm û aboriya li ser bingeha hêza xwe, gaveke girîng bû.
Kooperatîfa me ya herî girîng jî kooperatîfa genim e ku pêwîstiya sereke ye.”
Yahya Hesen: Ji sedî 65 encam ji van projeyan hate wergirtin
Yahya Hesen qala karên kooperatîfan ên 2 salan kir û got:
“Ji ber ku proje nû ye em kooperatîfan yekser xwedî dikin.
Lê belê di salên bê de wê kooperatîf bigihêjin wê astê ku bi tena serê xwe kar bikin.
Em hewl didin derfetên avdanê biafirînin, lewma cihê şilî tercîh dikin.
Di sala 2022’an de 2 hezar û 100 hektar zevî ji bo kooperatîfa zîreetê hatin bikaranîn.
227 kooperatîfên zîreetê hatin afirandin.
Ji sedî 65 encam ji van projeyan hate wergirtin.”
Yahya Hesen: Armanca me misogerkirina Yekîtiya Civakê ye
Yahya Hesen destnîşan kir ku armanca esasî ya kooperatîfan misogerkirina ahengî, yekîtî û piştevaniya li nava civakê ye û got:
“Bi piştevanî û alîkariyê, malbat jî ji qezencê parekê werdigirin.
Ji bilî piştgiriya ji bo pêkhatina kooperatîfan em hatineyekê bi dest naxin.
Hatineya tê bidestxistin jî ji bo projeyên kooperatîfan ên cuda têne bikaranîn.
Ji hatineya ji projeyên kooperatîfan em ji sedî 15 werdigirin, yên mayî jî di nava malbatên di kooperatîfan de parve dikin.”



