Şevê din li bazareke gelerî ya li rojhilatî paytexta Îraqê Bexdayê teqînek pêk hat. Herî kêm 7 kes birîndar bûn.
El-Someriya News derbarê vê teqînê de agahî bi parve kirin û diyar kirin ku teqîn şevê din li bazara EL-Mehabis a li bajarê sedir a rojhilatî Bexdayê pêk hatiye.
Weke encama destpêkê, hate gotin zêdeyî 7 kes birîndar bûne.
Hêzên Ewlekariyê derbarê sedema teqînê de tu agahî bi parve nekirin.



