Êrîşên li ser Çapemeniya Azad li Ewropayê hatin şermezar kirin

Li dijî terora dewletê ya li ser xebatkarên Çapemeniya Azad û çapemeniya Kurd, li gelek bajarên Ewropayê gel daket qadan û peyamên, “Destê xwe ji Medya Haber TV û Stêrk TV’yê bikşînin û Hûn ê nikaribin dengê me qut bikin” dan.

Li welatên Ewropayê li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê KCD-E Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd û êrîşên li ser Çapemeniya Azad bi çalakiyan şermezar kirin.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê êrîşên polîsan ên li ser saziyên çapemeniya Kurd ên li Belçîkayê û komeleyên Kurd ên li Fransayê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî êrîşa polîsan a li ser Medya Haber TV û Stêrk TV ên Belçîkayê hat şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Frankfûrtê jî êrîşên li ser Çapemeniya Azad şermezar kirin.
00:00-00:12

Çalakiya şermezarkirinê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî hebû.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyaşyê bi dehan kes li ber Europa Galerie çalakiya şermezarkirine lidarxistin.

Li bajarê Mûlhoûsê jî bi heman armancê çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin.

Kurdistaniyên ku li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) li ber stasyona trenê ya navendî ya Winterthurê li hev civiyan, serdegirtinan şermzar kirin.

Back to top button