Serokê PÎK’ê Hikmet Serbilind derbarê êrişên li ser Metînayê de axivî

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind derbarê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma Metîna de axivî.
Hîkmet Serbilind got ku rabûna li ber êrîşa dagirkeriyê ya li ser Metînayê û nîşandana helwestê ji bo Kurdan ferz e.

Êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Herî dawî êrişên xwe li ser herêma Metînayê zêde kirine.

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind êrişên li vê dawiyê nirxandin.

Hîkmet Serbilind pêşî armanca van êrişan anî ziman û got:

Serokê PÎK’ê: Rabûna li ber dagirkeriyê li ser Kurdan ferz e

Armanca sereke ya êrişan têkbirina statuya Başûrê Kurdistanê ye.

Divê helwesteke hevpar a partiyên siyasî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê di asta dîrokî hebin û girîng in.

Partiyên ku li ber vê planê ranabin û tevlî wê dibin wê li pêşberî dîrokê hesab bidin.

Hîkmet Serbilind paşxaneya êrişan jî xuya kir û ev tişt anî ziman:

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi têkçûna di hilbijartinên şaredariyan de gelekî tengav bûye.

Ji bo bandora vê yekê kêm bike pêwîstiya xwe bi van êişan dît.

Hîkmet Serbilind diyar kir ku dewleta Tirk ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdan komplo û planan li gel hikumeta Iraqê û PDK’ê dike û wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk ne tenê êrîşî PKK’ê dike.

Armanca bingehîn a dewleta Tirk tinekirina destketiyên li Başûr e.

Dixwazin statuya li Başûrê Kurdistanê ji holê rakin.”

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind di dawiya axaftina xwe de got ku dewleta Tirk destketiyên Kurdan ji bo mayîndebûna xwe weke xeterî dibîne û got:

 Serokê PÎK ê: Divê partiyên siyasî yên Kurd helwesteke hevpar nîşan bidin

“Eger li hemberî van êrişan partiyên Kurd helwesteke hevpar nîşan nedin em ê li pêşberî dîrokê hesabekî mezin bidin.

Partiyên Kurd li ku devera cîhanê dibin bila bibin divê dîplomasiyeke hevpar bimeşînin.

Gelê Kurd di sedsala 21’ê de bi hêz û bi rêxistin e.

Rabûna bi ruhê neteweyî wê gelê me bi ser bixne.”

Back to top button