Berpirsên partiyên siyasî, dayikên aştiyê, saziya Malbatên Şehîdan û şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî êrîş û hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kirin û gotin: “Çi qas êriş hebin jî em ê bi berxwedana xwe bi ser bikevin.”
Saziya malbatên şehîdan a Minbicê jî bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li Metîna yê şermezar kir û got:
“Em weke malbatên şehîdan û gelên herêmê, êrîşên dewleta Tirk ên beriya 3 rojan ên li ser herêmên parastina mediyayê bi tundî şermezar dikin.
Serdana Erdogan ya Iraqê û hemû hewldanên wî ji van serdanan bi armanca qirkirina Kurdan ne.”
Dayikên aştiyê: Divê ciwanên Kurd li dijî êrîşan bi rola xwe rabin
Dayikên Aştiyê li Helebê jî têkildarê heman mijarê daxuyanî da û got:
“Bi navê Dayikên Aştiyê yên li Efrîn û Şehbayê em bang li raya giştî ya cîhanî dikin ku kiryarên terorîstî ên dagirkeriya Tirk bînin.
Dewleta Tirk û ajanên wê yên xayîn li dijî gerîlayên azadiyê dest bi hemleyeke mezin a komplo û êrîşên leşkerî kirin û dixwazin îradeya Kurdan bişkînin.
Ji ber vê em bang li gelê Kurd û bi taybet ciwanên welatparêz dikin ku di vê qonaxa hestiyar de rola xwe bilîzin.”
Şêniyên Rojava: Êrîşên dagirkeriyê nikare îradeya Kurdan bişkîne
Her wiha şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî êrîş û xiyaneta dagirkeran şermezar kirin û gotin:
“Em ê îro, tu carî li hember êriş û hevkariyê bê helwest nemînin.
Me sozek ji Rêber Apo re da û heya dawiyê em li ser soza xwe ne.”