Filîz Bûdak: Divê li dijî tecrîdê çalakiyên hîn xurtir pêk bên

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak têkildarê tecrîda li ser Rêber Apo axivî û got:
Rêber Apo hebûna me ye û divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penabera a Mexmûr Filîz Bûdak derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo nirxandin kir.

Filîz Bûdak diyar kir ku ev 25 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke giran û mutlaq û got:

“Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin.

Ev 24 sal li ser kompiloya navneteweyî derbas dibe û hêjî berdewame û roj bi roj girantir dibe.”

Bûdak destnîşan kir ku îsal di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye”, de çalakiya nobetê hat destpêkirin.

Bi gotina wê ev çalakî ji aliyê sazî û dezgeh û gelê wargehê bi giştî, her 5 rojan carekê bi dorvegerî tê rêvebirin û didome û got:

“Em dikarin bêjin ku ew çalakî heta astekê di raya giştî de deng veda.

Bi taybetî li ser aliyên Kurdistanê bandoreke xwe daye çêkirin.”

“Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li xwe ye”

Filîz Bûdak anî ziman ku civak di şexsê Rêbertî de hatiye tecrîdkirin û wiha domand:

“Armanca me ji wan hemû çalakiyan ew e ku em hebûn û nasnameya xwe biparêzin.

CPT ku xwe bi navê saziya pêşîlêgirtina îşkenceyê pênase dike, di vê mijarê de rêgez û pîvanên exlaqiyên xwe binpê dike.

Raporên ku pêşkêş dike, rastiya heyî nîşan nade.

Hevdîtinên ku pêk tîne bêyî ku destûra dewleta Tirk nebe nikare ji raya giştî re parve bike. ”

Filîz Bûdak herî dawî eşker kir ku divê zext li dewleta bê kirin ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.

Back to top button