Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi boneya 25’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo hevpeyvînek taybet kir.
Dûran Kalkan diyar kir ku li Îmraliyê îşkence, tecrîd û sîstema qirkirinê heye, divê em rastiya pergala Îmraliyê baş fêmbikin, divê ev sîstem bê tunekirin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi boneya 25’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo ji ajansa Firatê re axivî.
Duran Kalkan berxwedana rêber Apo ya li Îmraliyê silavkir û şehîdên kes nikare roja me tarî bike bibîranî û wiha behsa rastiya berxwedana Îmraliyê kir:
“Bêguman têgihiştina herî rast û kûr a rastiya Rêber Apo di têgihîştina berxwedana Îmraliyê de derbas dibe.
Ji ber ku gerdûnîbûna Rêbertiya di rastiya Îmraliyê derket holê.
Ji bo ku berxwedana Îmraliyê rast were fêmkirin, pêwîst e pergala Îmraliyê rast were fêmkirin.
Ji ber ku ev berxwedan bi awayekî berçav li dijî vê pergalê pêşket.
Em baş dizanin ku pergala Îmraliyê sîstemeke ku komploya navneteweyî didomîne ye.”
Duran Kalkan: Li cîhanê mîna vê hişmendiya qirker tune ye
Duran Kalkan ji bo pirsa “Gelo di êrîşa qirkirina gelên din û êrîşa qirkirina li dijî Kurdan ferq heye? de wiha bersiva wê pirsê dide.
” Belê heye. Çi ferq heye?
Ew gelên din paşguh nakin û nasnameya wan înkar nakin.
Bi fizîkî wan tune dikin, sirgûn dikin, lê nasnameya wan qebûl dikin.
Nasnameya Kurdan qebûl nakin. Yanî tiştekî Kurdan nas nakin.
Hebuna xwe di tune kirina kurdan de dibînin.
Ji ber rêber Apo kurd kir xwedî nasname, ji cîhanê da naskirin, bi tecrîdê dixwazin tol hilînin.
Rêbertî li dijî polîtîkayên qirkirina kurdan derket divê em baş rastiya rêber Apo fêmbikin”
Duran Kalkan: Li ser pergala Îmraliyê îmha û qirkirin heye
Duran Kalkan destnîşan kir ku li ser pergala Îmraliyê îmha û qirkirin heye û got:
“Rêber Apo da xuyakirin ku ev komplo di heman demê de êrîşeke mezin a li dijî Tirkiyeyê ye.
Êrîşa qirkirinê ya li dijî Kurdan li ser esasê pergala Îmraliyê tê organîzekirin, birêxistinkirin û birêvebirin.
Ev di şexsê Rêber Apo de tê kirin. Ji ber ku îradeya Kurd a hebûn û azadiyê Rêber Apo temsîl dike.
Heta pargala îmraliyê têkneçe, ev polîtîkayên qirkirinê wê berdewam bike”
Duran Kalkan: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
Duran Kalkan axaftina xwe wiha bidawî kir:
Rakirina pergala Îmraliyê tê wateya bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, ev nayê wê wateyê ku pergala Îmraliyê hatiye hilweşandin.”
Ciwanên Kobanê li dijî hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re meşiyan



