KCK: Li dijî komployê em di nava têkoşîneke bênavber de ne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe yê nivîskî de balkişand hurgiliyên komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê.
KCK’ê anî ziman ku hêzên komploger Rêber Apo li pêşiya plan û pergala xwe xeter dîtin û komployê pêşxistin.
Û bang li gelê Kurdistanê, herkesî kir ku li dijî komployê têkoşînê bilind bikin û vê helwestê xwe bidomînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK têkildarî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo ku dikeve sala 26’emîn, daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir, şehîdên şoreşê ya bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bibîr anî ev tişt anî ziman:

“Ev 25 sal in li dijî komploya navneteweyî em rêya têkoşerên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ dimeşin.

Gelê Kurdistanê zû pê hesiya ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li dijî wan pêk hatiye.

û ji destpêkê heta roja îro li hemberî komploya navneteweyî helwesteke tund nîşan dan û xwedî li Rêber Apo derket.

Ev helwest û piştgiriya gelê Kurd îro li hemû cîhanê belav bûye; gel, jin, ciwan û hemû bindest piştgiriyê didinê.”

“Hin alî ji bo meslehetên xwe di planên Tirkiyê yê dij Kurd de cih girtin”

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de dazanîn ku tirkiyê li hin aliyan zext kir ku piştgirê bidin polîtîkayên wî yên dij kur û ev nirxandin kir:

“Dewleta Tirk di bin bandora zihniyeteke antî-Kurd de, bi armanca tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û qirkirina Kurdan, tev geriya.

Ji bo vê jî weke îro zext li her kesî kir ku piştgiriyê bide polîtîkayên qirkirina Kurdan.

Gelek hêz ji bo ku ji vê helwesta dewleta Tirk sûd werbigirin, piştgirî dan helwestên li dijî Kurdan û Rêber Apo.”

“DYA û Îsraîl planger û meşandina komploya navneteweyî bûn”

KCK’ê da zanîn hêzên ku komploya navneteweyî plan kirin û meşandin, DYA û Îsraîl bûn. Ji ber ku xeta Rêber Apo li pêşiya planên ku DYA dixwaze bi rêya Kurdan pêk bîne asteng e.

“DYA û Îsraîlê planek bi vî rengî çêkirin û bi destê NATO’yê ev plan hat meşandin.Ji ber ku xeta ku Rêber Apo pêş xistiye azadiya gelan esas digire

Di rastiyê de DYE’yê ji destpêkê ve geşedanên PKK û Rêber Apo yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo polîtîkayên xwe xeternak dît.

Û NATO jî bi rengekî bi bandor xist dewrê û her cure piştgirî da polîtîkayên dewleta Tirk da ku Kurdan qir bike.”

KCK: Heta ku encam tê wergirtin, divê her kes têbikoşe

KCK’ê diyar kir ku têkoşîna hatiye meşandin pêşî li armanca komployê hat girtin anî ziman ku encama têkoşîna li dijî komployê geşedanên mezin hatin afirandin.

Di dawiya daxuyaniyê de KCK’ê di serî de gelê Kurdistanê yên welatparêz bang li her kesî kir ku li dijî komploya navneteweyî têkoşînê geştir bikin û vê helwestê bidomînin.

Duran Kalkan: Divê em rastiya Îmraliyê rast fêm bikin

Back to top button