182 roj in Silêman Ehmed destê Asayîşa PDK’ê de ye

182 rojin Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin tu agahî nayê girtin.
PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye.

Û gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman Ehmed kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Silêman Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Silêman Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî NY dabûn û gotin:

“PDK ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse.”

Îro 126’emîn Salvegera Rojnamevaniya Kurdî ye

Back to top button