Gelê Kurd ji rewşa Rêber Apo bifikarin

Îro li deriya Marmarayê bi pileya 5.1 erd hejiya.
Piştî vê yekê fikarên derbarê rewşa Rêber Apo de hîn zêdetir bû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê û Kongre Star bang li rêxistinên navnetweyî kirin ku biçin Îmraliyê û rewşa Rêber Apo bi raya giştî re eşkere bikin.
Piştî van bangan, xelkê Qamişlo û Girkê Legê ji bo zelalkirina rewşa Rêber Apo daketin qadan.

Vê sibê derya Marmara ku girava Îmraliyê ji di nav de ye, erdhejek bi pileya 5,1 pêk hat.

Hêza erdhejê li bajarên derdor jî hate hîskirin.

Piştî vê yekê gelê Kurd yê ji rewşa Rêber Apo bifikarin, bihêrs bûn.

Ji Meclisa Malbatên Şehîdan banga lezgîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Meclisê balkişand ser tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker siyaseta tunekirina çanda berxwedana û azadiyê li Îmraliyê dimeşîne.”

Meclisê bang li gelê Kurdistanê, gelên bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin, hêzên demokratîk kir ku dakevin qadan da ku rewşa Rêber Apo bê zelalkirin.

Kongra Star: Divê rewşa Rêber Apo bê eşkerekirin

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Suriyê bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ev nêzî 3’ê sal in ku tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Ne malbat û ne jî parêzer bi rêber Apo hevdîtin nekirine.”

Kongra Star bang li hêzên cîhanê kirin ku zextê li dewleta Tirk bike da ku li ser rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan agahî bide.

Şêniyên Qamişlo û Girkê Legê ji bo zelalkirina rewşa Rêber Apo meşiyan

Bi daxuyaniyên hatîn dayîn re, xelkê herêma Cizîrê daketin qadan.

Şêniyên Qamişlo eşkere kirin ku ew ê heta ku agahî li ser rewşa Rêber Apo negirtin wê her li qadan bin.

Li Girkê Legê jî bi heman armancê meşek pêk hat.

Pişt ku meş veguherî mêtingê, Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê a şaxê Girkê Legê Idrîs Mihemed axivî û wiha got:

“Em li ser rewşa Rêberetî û bi teybet piştî erdheja îro bi guman in.”

Idrîs Mihemed bang li rêxistinên navnetweyî kir ku biçin Îmraliyê û rewşa Rêber Apo bi raya giştî re parve bikin.

Back to top button