Li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocelan Kurdistanî û dostên xwe li seranserî welat û derve di nava çalakiyan de ne.
Li ber avahiya CPT ya li Strasboûrg çalakiya rûniştin di roja duyem de dewam dike.
Di çalakiyê de hate gotin; Divê CPT dawî li rewşa nediyar a li Îmraliyê bîne.
Li ser banga seferberiyê ya KCDK-E’yê Kurdistaniyan li ber avahiya CPT’yê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, duh dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Çalakî di roja duyemîn de bi beşdariya Kurdistaniyên ji Frankfûrt, Darmstadt, Maînz û gelek bajarên din ên Ewropayê dewam dike.
Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku divê metirsiyên têkildarê Rêber Ocalan demildest ji holê bên rakirin.
Hate gotin: “Eger hevdîtin bi rêya parêzeran bi Îmraliyê re neyê kirin em ê her qada jiyanê bikin cihê serhildanê.”
Siyasetmedarê Kurd Ezîz Tûnç jî wiha got:
“Divê CPT dawî li vê rewşa nediyar bîne.”
Nûnera KOMAW a Darmstadtê Murşîde Oltan jî wiha got: “Em bi daxuyaniyên ku wê CPT’yê li ser Rêbertiya me bide nasekinin.”