Li Gulale 3 sivîl û 2 leşkerên Iraqî hatin birîndarkirin

Li gundên Gulale yê Xaneqînê, di êrîşeke DAIŞ’ê de, 3 sivîl û 2 leşkerên Iraqî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên berpirsê Asayîşa Kokis, çeteyên DAIŞ’ê 3 hawan berdan gundê Îslah û 3 kes ji heman malbatê, birîndar kirin.

Heman çavkaniyê herwiha diyar kir ku piştî êrîşa hawinê, êrîşeke sekvanî jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat û di encamê de 2 leşkerên Iraqî hatin birîndarkirin.

Back to top button