Kongreya Star têkildarî kiryarên li ser jinê komxebat li dar xist

Rêxistina Kongra Star bi dirûşma “Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyana xwe biparêzin” komxebatek li dar xist. Di komxebatê de bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku wan li dijî kiryar û komkujiyên li dijî jinan dest bi pêngavek nû kirine.

Rêxistina Kongra Star bi dirûşma “Ji dagirkerî û qirkirinê re na, emê jin û jiyanê biparêzin” komxebatek bi tevlîbûna 70 delegeyên jin li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Komxebat li ser du başan hate destgirtin.

Beşa yekem li ser dagirkerî û qirkirina jinê, beşa duyem jî li ser komkujî û kirinên ku li dijî jinê hatiye kirin e.

Beşa yekem ji aliyê Endama Konseya Desteya Rêveber ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif ve hate nirxandin.

Foza Yûsif: Tundî û komkujî xwedî dîrokek pir dirêje

Foza rengên tundiyê de nirxandin û wiha anî ziman:

“Heta niha em weke jin di rewşên zehmet re derbas dibin, ji ber di civaka me de heta niha tundiyeke dijwar ser jinan tê meşandin. Mijara tundiyê xwedî dîrokeke pir dirêj e.

Foza Yûsif:  Şerê li Suriyê hişt ku tundiya li ser jinê kûrtir bibe

Foza bal kişand ser tundiya ku li ser jinan li tevahî Sûriyê tê kirin jî wiha got:

Berî şerê li Sûriyê jî tundî tundiya qanûnî, civakî,siyasî, ji mafê xwe dûrxistin li jinan dihate kirin.

Şer hişt ku ev tundî kûrtir bibe û şaxên wê jî li dijî jinan fireh bibe. Dagirkerî û êrîş bandor li ser derûnî û rewşa jinê ya di civakê de kir.

Foza Yusif: Dagirkerî kurahiya zihniyeta mêrê serdest dide diyarkirin

Foza Yûsif destnîşan kir desthilatdar jinê di şer û pevçûnan de weke koleya xwe dibînin, jinan direvînin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Foza Yusif: Divê jin ji bo parastina xwe amade bin

Foza Yusif bang li tevahî jinan kir ku xwe bi parêzin û rêxistina xwe xurt bikin û bi hev re li dijî dagirkerî û desthilatdariyê têbikoşin.

Mizgîn Hesen:  Tundiya li dijî jinê tê meşandin dozeke cîhanî ye

Beşa duyem jî ji aliyê Endama Navenda Lêkolîn û Parastina Jin, Mizgîn Hesen ve hate nirxandin.

Mizgîn Hesen bal kişand ser kirinên ku li dijî vîn û rûmeta jinê tê kirin û da zanîn ku komkujî, kirinên dermirovî li dijî jinê tê meşandin.

Mizgîn got:

Pirsgirêka bingehîn a tundiya li ser jinê pirsgirêka siyasî ye.

Bi daxuyaniyekê li dijî kirin û komkujiyên li dijî jinan dest bi pêngavek nû kir

Piştî bidawîbûna nîqaşan jinên ji tevahî rêxistinan daxuyanî dan û pêngava xwe ya nû ragihandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Pêngava ji 8’ê Cotmeha 2020’an ta 11’ê meha Kanûnê di 2021’an li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kir. Armanca pêngavê eşkerekirina kirinên dewleta tirk û çeteyên xwe derheqê jin, civak û diroka herêmê de bû.

Bi ragihandina pêngava duyemîn ku dê ji 17’ê Kanûnê ta 17’ê meha Nîsanê wê dewam bike, em serkeftinên xwe li tevahî jinan pîroz dikin.

Back to top button