Li Sûriye 748 rojnamevan hatine kuştin

Îro Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye.
Li herêmên şer û welatên dîktatorî lê heye, pîşeya rojnamevanî qet ne hêsane.
Tenê di nava 10 sal yê şerê li Sûrî de 748 rojnamevan hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) têkildarî bîlançûya rojnamevanên ku ji 15’ê Adara 2011’an heta îro li Sûrî hatine kuştin bi daxuyaniyekê parve kir.

Çavdêriyê ragihand ku 13 rojnamevan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve, 74 rojnamevanên Sûrî, biyanî û di nav de çalakvanekî wan jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kuştin.

Li gorî çavdêriyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam 18 rojnamevan kuştine.

38 rojnamevan li herêmên serweriya çeteyan hatine revandin û winda bûne.

Her wiha hêzên hikumetê û çekdarên wê 541 rojnamevanên Sûriyê kuştine, ji wan 7 rojnamevan jin in û 5 aktîvîstên girêdayî çavdêriyê ne.

56 jî di girtîgehên hikumeta Şamê de bi êşkenceyê hatine kuştin.

Çavdêriyê ragihand ku nêzî 552 rojnamevan di girtîgehên hêzên rejîmê de winda bûne.

29 rojnamevanên ji Sûriyê bi êrişên balafirên Rûsya hatine kuştin,

Back to top button