Êrîşên Îsraîlê ya li dijî Hizbullahê

Îsraîl êrîşên xwe li Lubnanê li dijî endam û fermandarên Hizbullahê zêde kiriye.
Herî dawî di êrîşên balafirên bê mirov ên Îsraîlê de lîderekî Hemasê Hadî Mustafa hat kuştin.
Hemasê kuştina Hadî Mustafa piştrast kir û Îsraîl jî got, navekî sereke yê Hemasê hatiye armanckirin.

Îsraîl dîsa dest bi êrîşên li dijî fermandarên Hemasê li Lubnanê kir.

Li bajarê Tîre yek jî lîderên Hemasê Hadî Mustafa rastî êrîşa suîkastê hat.

Di encama vê suîkastê de Hadî Mustafa hat kuştin.

Li gorî ajansa fermî ya Lubnanê NNA’yê êrîş li nêzî kampa penaberên Filistînî ya Raşîdiye ya li derdora bajarê Tireyê bi balafirên bê mirov pêk hatiye.

Welatiyekî Sûriyê yê li motorsîkletê ku di dema êrîşê de derbas bû jî jiyana xwe ji dest da.

Yek ji lîderên Hemasê Hadî Mustafa hat kuştin

Di dema ku Hamasê mirina Mustafa piştrast kir, artêşa Îsraîlê ragihand ku ‘navekî sereke’ yê Hamasê hatiye hedefgirtin.

Arteşa İsraile idia kir ku Mustafa ‘di rêvebirina şaneyên terorê û xebatên li qadê de ye’ û ew amade ye li gelek welatan li dijî hedefên cihû û îsraîlî êrîşên terorê pêk bîne.

Ji aliyekî din ve, xwepêşandanên çekdarî li Beyrûta paytexta Lubnanê, bi taybetî li herêma Rêya Nû, di dema merasîma cenazeyê yek ji endamên “Koma Îslamî” ya ku li başûr hat kuştin, nakokî çêkir.

Metirsiya ewlehiyê yên xelkê Lubnanê

Şêniyên Beyrûtê ditirsin ku bajarê wan bikeve serdemeke ne ewle.

Serokê Mekteba Siyasî ya Komê Elî Ebû Yasîn jî wiha got:

“Koma Îslamî li Beyrûtê merasîmeke leşkerî li dar naxe.

Pêşwazîkirina bi çekan ji bilî berteka xizmên şehîdan a li hemberî bûyerê ne tiştekî din e.

Ev peyam ne ji bo Lubnaniyan e, ji bo li dijî Îsraîlê ye.”

Îsraîlê di 5 mehan de êrîşî 4 hezar û 500 armancên Hizbullahê kir

Back to top button