Li Bexda 2 moşek bi ser herêma kesk de hatin avêtin

Şeva borî 2 meşekên Katyûşa bi ser herêma kesk a li Bexdayê de hatin avêtin. Li aliyekî din piştî vekişîna Elawî jî serokê Iraqê banga lihevkirinekê ji bo avakirina hikumetê kir.

Desteya ragihandina ewlekariyê eşkere kir ku ev moşek ji nêzî bazara Sêşemê ya li devera Zeyûna hatine avêtin û di encam de ti ziyan çênebûne.

Ev yek di demekê de ye ku Serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî duh vekişandina xwe ji erkê serokwezîrtiyê, piştî ku civîna Parlomentoyê ya dengdanê careke din hat bipaşxistin, ragihand.

Piştî vekişandina Elawî, serokê Iraqê Berhem Salih ragihand ku ew ê danûstandinan bike da ku di nava 15 rojan de namzedekî ji bo serokwezîrtiyê hilbijêre.

Salih bi daxuyaniyekê bang li kutleyên parlemenê kir ku ji bo avakirina hikumetê bigihêjin lihevkirinekê.

Duh li Bexdayê di xwepêşandaneke milyonî de xwepêşanderek hat kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Back to top button