Mismarî: Wîfaq, girtiyên zindanan leşker dike

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî bi leşkerkirina girtiyên zindanan tawanbar kir.

Berdevkê artêşê Mismarî îro vê sibê ragihand ku “çeteyê bi navê Osama Ciwêlî, girtiyên bi sûcên kuştin û diziyê, di nava refên Wîfaqê de bi cih dike.

Li gorî Mismarî, Ciwêlî sozên sivikirina hikum û serbestberdanê dane wan.

Duh jî Artêşê, devera el-Ezîziyê li bakurê Terablusê bi temamî kontrol kir.

Jixwe weke hat zanîn, piştî şerekî dijwar di navbera herdu aliyan de, agirbest fermî hate binpêkirin.

Ji aliyê xwe ve, şanderê NY bo Lîbyayê Xesan Selame ji encamên vê yekê hişyar kir ku şerê Lîbî êdî ji navxweyî vediguhere herêmî û teqez kir jî ku wê ti danûstandin li jêr bombebaranê neyên berdewamkirin.

Ji ber destwerdana derve li Lîbyayê, ev çend hefte ne NY nikare herdu aliyên şer bîne gel hev.

Back to top button