Şêniyên Qamişloyê 74 şehîdên di meha Îlonê de şehîd bûne, bibîr anîn

Şêniyên Qamişloyê 74 şehîdên di meha Îlonê de şehîd bûne, bibîr anîn û soza şopandina rêya wan da ta ku serkeftin pêk were.

Di merasîmê de malbatên şehîdan, şêniyên Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdar bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Remziye Mihemed sersaxî da malbatên şehîdan û fedakariyên wan silav kir.

Remziye destnîşan kir ku parastina ewlehiyê, dabînkirina jiyaneke birûmet, malbatên şehîdan zarokên xwe feda kirin.

Bi domdarî Remziye balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Remziye Mihemed bêdengiya hêzên navneteweyî rexne kir û got:

“Desthilata Tirk di pêkanîna rêgeza qirkirina gelan de bi israr e.

Siyaseta qirkirinê li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tê, li ser wê delîl e.”

Di dawiyê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Remziye Mihemed soza şopandina berxwedanê da.

Back to top button