Girtiyên Behdînanê .. CPT: Ji dema girtî ketine grevê rewşa wan xerabtir bûye

Rêxistina CPT’ê ya navneteweyî eşkere kir ku ji dema 4 girtiyên li Behdînanê ji bo paşxistina darizandina wan ketine grevê rewşa wan xerabtir bûye.

Rêxistina CPT’ê ya navneteweyî derbarê dosyaya girtiyên Behdînanê û rewşa wan daxuyaniyek da.

CPT’ê eşkere kir ku girtiyên Behdînanê yên bi navê Mesûd Elî, Şêrwan Teha, Karger Ebas û Bendewar Eyub ji ber ketine grevê li girtîgehê hatine cezakirin.

CPT’ê destnîşan kir ku bi ti awayî rê nayê dayîn ku her çar girtî bi riya telefonê bi malbatên xwe re biaxivin, heta ku greva xwe bi dawî nekin.

Hat gotin ji dema ku van girtiyan ji ber paşxistina dadgehkirinê dest bi greva heta mirinê kirine rewşa wan li girtîgehê xerabtir bûye.

Back to top button