Wekî îro berî salekê, 9 şervan û fermandarên Yekîneyên Antî Teror YAT li ser rêya Silêmaniyê şehîd bûn.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê ew bi bîr anîn û diyar kir ku wan şervan û fermandaran mohra xwe li rêwîtiya têkoşîna QSD’ê xistiye.
Îro salvegera yekem a şehadeta 9 şervan û fermandarên Yekîneyên Antî Teror YAT’ê ye.
Her 9 şervan û fermandar, di encama qezaya 2 helîkopterên ku ew dibirin Silêmaniya Başûrê Kurdistanê, 15’ê adara 2023’an şehîd bûn.
Şervan Cûdî, Dîdar Dêrik, Feraşîn Baran, Harûn Rojava, Dogan Efrîn, Hogir Dêrik, Koçer Dêrik, Rojeng Rifat û Xebat Dirbêsiyê, 9 endamên YAT’ê ku di şoreşa Rojava de roleke mezin gerandine.
Hingî, di merasîmên oxirkirina wan de, bi hezaran kesan li hev kom bûn û dengê doza wan bilind kirin.
Fermandariya QSD: Şehîdên YAT’ê mohra xwe li rêwîtiya me xist
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê her 9 şervan û fermandarên Yekîneyên Antî Teror bi bîr anîn.
QSD’ê got ku van şervan û fermandaran mora xwe li rêwîtiye têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirkiyê xistiye.
QSD: Em ê li dû armancên şehîdn xwe bin
Nexasim ku wan şervanan bi pêşengtiya şehîd Şervan Cûdî, Yekîneyên Antî Teror ava kirine û erkên QSD’ê di warê şerê li dijî DAIŞ’ê de, bi pêş xistin.
“Bi rêye perwerdekirina endaman li ser hunerên şer û serdegirtina kozikên terorîstan an jî bi rêya pêngavên zehmet ku gihaştibû asteke proessyonal, serkeftin û encamên mezin bi dest xistsin”
Fermandariya QSD’ê destnîna kir ku van şehîdan bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî û şêweyê xwe yê jiyanê, rêwîtiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî û şehîdên wê da nasnîn û bi van gotinan ew bi bîr anîn:
“Em bi rêzdarî şehîdên xwe bi bîr tînin û em soz didin ku dê bidin ser rêya wan heta ku armancên wan bi cih bînin û bighêjin welatekî sazlem, bê dagirkerî û teror”.