Sîsî: Misir ji bo li Xezayê di çend rojan de agirbest pêk were dixebite

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî eşkere kir, ji bo ku di nava çend rojên pêş de agirbest pêk were ew dixebitin.
Endamê Senatoya Amerîkayê jî ragihand Netanyahû li pêş aştiyê astenge û banga hilbijartinên nû li Îsraîlê kir.

Tevî şerê giran yê li Xezayê, niqaşên li ser pêkanîna agirbestê jî dewam dikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Cîhana Ereb Serokkomarê Misirê Ebdulfetah el Sîsî îro li Akademiyeke Polîsan derbarê mijarê de axivî.

Serokkomarê Misirê diyar kir ji bo ku di nava çend rojan de li Xezayê agirbest pêk were ew dixebitin û wiha got,

“Alîkariyên ku ji ezman ve ji bo Xezayê tên dayîn têra pêdiviyên mirovan nakin.

Misir amadeye ku ev alîkarî bi rêya deriyê Refahê bên derbaskirin.

Divê em rojane bi hezaran ton alîkarî bişînin. Ji dawî li xelayê û bandora wê ya li ser mirovan bê anîn divê agirbest pêk were.”

Senatoya Amerîka: Netanyahû li pêş aştiyê asteng e

Endamê Senatoya Amerîkayê ê Yahûdî Chuck Schumer li senatoyê derbarê rewşa li Xezayê de axivî û diyar kir Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû li pêş aştiyê asteng e.

Schumer diyar kir hikumeta Netanyahû êdî li gorî pêdiviyên Îsraîlê nîne û banga hilbijartinên nû li Îsraîlê kir.

Scuhmer da zanîn piştî 7’ê Cotmehê divê derbarê pêşeroja Îsraîlê de niqaşeke nû bê kirin û wiha got,

“Şaştiyeke mezin e ku Îsraîl çareseriya du dewletî red dike.

Ji ber kuştina sivîlan li Cîhanê alîkariya ji bo Îsraîlê kêm dike. Ger Îsraîl li derve bê hiştin nikare li ser pêyan bîmîne.

Ji bo di pêşerojê de aştî pêk were divê serokê Filistînê Mehmûd Ebas jî îstifa bike.

Divê lîderên Filistînê ên nifşên nû ku bi dewleta Yahûdî re aştiyê pêk bînin, bên ser kar.”

Şerê Hemas û Îsraîlê 160 roj li pey xwe hişt

Back to top button