Rayedarên Tirkiyê ji bo dagirkirina Başûr li Bexdayê bûn

Duh di çarçoveya tevgereke dagirkeriyê ya nû a li dijî Başûrê Kurdistanê de 3 rayedarên dewleta Tirkiyê careke din li Iraqê bûn û li Bexdayê civîn pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya ku piştî civînê hate dayîn, li dijî PKK’ê hin biryar hatine girtin.
Iraq a ku herdem Tirkiye bi binpêkirina serweriya xaka welat tawanbar dikir, gelo heta çi astê di nava plana dagirkeriyê de cih girtiye, hê nayê zanîn.
Lê xuyaye Iraq li ber zextên Tirkiyê serî tewandiye.

Hevdîtinên rayedarên dewleta Tirk û Iraqê ku ji meha kanûnê ya 2023’an ve bê navber didomin, xuyaye ber bi encamê ve diçe.

Duh careke din Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ên Tirkiyê li Bexdayê bûn.

Di navbera van her sê rayedarên Tirk û rayedarên Iraqê de, civîn hate lidarxistin û piştî civînê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê daxuyaniyeke ji 7 xalan pêk tê, weşand.

Di daxuyaniyê de hin xalên mîna, “PKK gefê li ewlekariya her du welatan dike, hebûna PKK’ê li dijî destûra bingehîn a Iraqê ye, Iraqê PKK weke rêxistina qedexirî ragihandiye, li dijî xebatên PKK’ê wê komîteyên hevbeş bên avakirin” û çend tiştên din jî tên gotin.

Gelo Iraqê serî li ber zextên dewleta Tirk tewand?

Xalên ku ji raya giştî re hatin eşkere kirin ev bûn.

Lê di pişt-perdeyê de çi niqaş hatin kirin, çi biryar hatin girtin, rayedarên dewleta Tirk tiştên ku dixwestin çiqas bi dest xist, nayê zanîn.

Lê eşkere dibe ku dewleta Iraqê heta astekê tevlî plana dewleta Tirk a dagirkirina başûrê Kurdistanê bûye.

https://www.mfa.gov.tr/turkiye-cumhuriyeti-ile-irak-cumhuriyeti-arasinda-gerceklestirilen-guvenlik-mekanizmasi-gorusmesine-iliskin-ortak-sonuc-bildirisi.tr.mfa

Iraqê ku timî dewleta Tirk a dagirker bi binpêkirina serweriya welat tawanbar dikir, gelo serî li ber zextên Tirkiyê tewand?

Tê diyar kirin wê serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî piştî meha Remezanê serdana Iraqê û Hewlêrê bike û derbarê dagirkirina başûrê Kurdistanê û hin mijarên din hevdîtinan pêk bîne.

Fermandarê Biryargeha NPG’ê karayilan ji Rojnews’ê re axivî

KCK’ê têkildarî serdana dewleta Tirkiyê a li Bexdayê daxuyaniyek da

Back to top button