Navenda Hiqûqî ya Sûriyê: Rapora NY hîn jî negihîştiye asta hovîtiya sûcên şer ên dewleta Tirk

Rêveberê Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mustefa Ebdî derbarê rapora NY a li têkildarî aloziya Sûriyê de axivî û got: “Rapora NY hîn jî negihîştiye asta hovîtiya sûcên şer ên ku li herêmê tên kirin.
NY’ê soz da ku der bare tundiya li dijî herêmên dagirkirî de lêpirsînên zêde pêk bîne.”

Mustefa Ebdî anî ziman ku rapora NY hîn jî negihîştiye asta hovîtiya sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker, rejîma Sûriyê û hevkarên wê pêk tînin û got:

“Di vê raporê de û li gorî raporên berê pêşketin heye.

Ev nîşan dide ku komîteyê xebata xwe berfireh kiriye.

Me bang li komîteyê kir ku tîmên lêpirsînê û şopandina rastiyê bişînin herêmê da ku ew bi xwe bi malbatên qurbaniyên êrişên dewleta Tirk a dagirker re jî hevpeyivînan çêkin.

Soz hatine dayîn ku raporên bê berfirehtir bin.

Her wiha bal li ser encamên êrişên dewleta Tirk wek armancgirtina sivîlan, talankirina mal û milkên wan ên li deverên dagirkirî û koçberkirina şêniyên resen, bê kişandin.”

Back to top button