Di qezaya Dêrazorê de 4 endamên Heyva Sor jiyana xwe ji dest dan

Doh li ser rêya Hesekê-Dêrazorê Qezayeke tirafîkê pêk hat û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê nasnama 4 enadamê xwe ku di qezayê jiyanan xwe ji dest dan eşkere kir
Heyva Sor sesaxî ji malbata her 4 endamê xwe re xwest.

Heyva Sor a Kurd derbarê qezaya ku duh 14 Adarê 2024 li ser rêya Hesekê-Dêrazorê pêk hatî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Heyva Sor ragihand ku di qezayê de 4 endamên wan, Luay Bekir, Hesen Heydo, Mihemed El-Osman û Elî El-Casîm dema ji bo erka xwe diçûn Dêrazorê jiyana xwe ji dest dane.

Heyva Sor sersaxî ji malbatan re xwest û gotin, weke Heyva Sor a Kurd êşa malbatan parve dikin û sebrê ji wan re dixwazin.

Li gorê daxuyaniyanê nasnameya 4 endamên Heyva Sor wiha ne:

Luay Mihemed Bekir
Navê Dayikê: Ezîz Mihemed
Dîroka jidayikbûnê: Tal Temr 1994
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2018

Hesen Ebdulrehman Heydo
Navê Dayikê: Zerka Elî
Dîroka Jidayikbûnê: Dirbêsiyê – 1983
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2020

Mihemed Ebdullah El-Osman
Navê Dayikê: Afaf El-Osman
Dîroka Jidayikbûnê: Tel Şeyeb 2000
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2024

Elî Osman El-Casim
Navê Dayikê: Enûd
Dîroka jidayikbûnê: Dêrezor – Hemar El-Elî 1987
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2024

Back to top button