Şêniyên Qamişlo ji bo malbata şehîd Baran Nisêbîn ku 14’ê mehê di êrişek hewayî a dewleta Tirk a dagirker li Qamişlo şehîd bû, sersaxî xwestin.
Îro ji bo Baran merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên Qamişlo û gundewarê wê herikîn bin kon û beşdarî merasîman bûn.
Di bin kon de, kesên axivîn fedakariyên şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kirin û hate gotin:
“Dê ala têkoşînê her tim li ba be.”
Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û diruşmeyan bi dawî bû.