Xwendekar û mamosteyên Kobanê diyar kirin ku çiqas dewleta Tirk êriş bike û zerarê bide dibistanên wan, ew ê dest ji perwerdeya xwe bernedin.
Dewleta Tirk ku rojane êrişê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike, hewl dide binesaziya herêmê û hemû aliyên jiyanê têk bibe.
Di van êrişan de dibistanan jî topbaran û bombebaran dike.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker di mehên dawî de, Li Kobanê 19 dibistan ji xizmetê derketibûn.
Vê jî hişt ku gelek xwendekar ji çûna dibistanan bêpar bimînin.
Zarokên Kobanê li pey avakirina pêşeroja xwe ne
Lê belê xwendekar û mamosteyên li Kobanê tevî hemû şert û mercan jî dest ji perwerdekirinê bernadin.