Li Hesekê bi merasîmekê 2 şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Mehmûd Muslih û Bedran El Ebdullah oxir kirin û soza berdewamkirina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftin û azadiyê nû kir.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mehmûd Muslih û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bedran El Ebdullah 28’ê vê mehê dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.

Şêniyên bajarê Hesekê li goristana Şehîdan bi merasîmkekê cenazeyên her du şehîdan oxirkirin.

Kesên ku di merasîmê de axivîn behsa rol û tekoşîna şehîdan kirin û wiha hate gotin: Şehîd ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk canê xwe feda dikin.

Di dawiyê de soza berdewamiya riya şehîdan heta pêkanîna aramancên wan hate dayîn.

Piştî axaftinan, wesîqeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Cenazeyên şehîdan bi nava dirûşmeyan hatin veşartin..

Back to top button